Xwedîderketina li ala Kurdistanê erka welatparêziyê ye

Di panela bi navê “Nirxên Neteweyî û Alê” de ya ku ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ve li Stenbolê hat kirin, rol û girîngiya ala Kurdistanê li ser miletê Kurd hat kirin.

K24 – Stenbol

Di panela bi navê “Nirxên Neteweyî û Alê” de ya ku ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ve li Stenbolê hat kirin, rol û girîngiya ala Kurdistanê li ser miletê Kurd hat kirin.

Cigirê serokê PAK'ê Qasim Ergun bang li Kurdên li metropolê kir ku, bila xwedî li axa derkevin û ji nirxên neteweyî dûr nekevin. Herwiha Ergun derbarê panelê de ji K24 re axivî û got: “Em dixwazin Kurd wekî hemû miletên din bila bala xwe bidin ser nirxên xwe yên neteweyî û xwedî li nirxên xwe derkevin. Em hêvîdar in ku ev panela me bila bibe wesîle ku Kurd bi taybetî Kurdên li metropolê wek li Stenbolê xwedî li axa xwe, welatê xwe û ala xwe derkevin.”

Lêkolînerên beşdarî panelê bûn amaje kirin, her netewe bi sembolên xwe hene û al jî yek ji van e, ku nasîna miletekî nîşan dide. Nivîskar Îrfan Burulday jî diyar kir divê miletê Kurd di nav civaka navneteweyî de bi ala xwe ya Kurdistanê derkeve pêş.

Burulday got jî: “Di warê siyasî de eger di bin siya ala Kurdistanê de Kurd xwe bidin nasîn, ev gaveke gelek girîng e. Destkeftî û serkeftiyên Başûrê Kurdistanê bû wesîle ku di nav cihanê de ala Kurdistanê tê nasîn.”

Di panelê de bo xwedî derketina ala neteweyî hat ragihandin ku, her çiqas Kurd ji ber sedemên cuda li welatên biyanî belav bibin jî, bi xwedî derketina li nirxên neteweyî Kurd nêzîkî hev dibin.  

Fly Erbil Advertisment