Karayilan: Heger êrîşî Ocalan bê kirin wê tabûra nemiran bikeve dewrê
Endamê Komîteya Rêveber Ya PKKê Mûrat Karayilan di daxuyaniyekê de ragihand ku eger êrişek li dijî rêberê wan Abdulah Ocalan pêk bê, wê tabûra wan a nemiran bikeve dewrê.

K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Rêveber Ya PKKê Mûrat Karayilan di daxuyaniyekê de ragihand ku eger êrişek li dijî rêberê wan Abdulah Ocalan pêk bê, wê tabûra wan a nemiran bikeve dewrê.
Karayilan ku ji ajanseke nêzîkî PKKê re ragihand û derbarê egera êrişek li dijî Rêberê PKKê Abdulah Ocalan de wiha got: “Heger êrîşek li dijî Rêber Apo çê bibe, civaka me wê li ser bingehê giyanê cudabûnê rabe serhildanê û ev serhildan wê bi salan dewam bike. Tevî vê yekê, wê Tabûra Nemiran ku ji bo rewşên bi vî awayî hatiye birêxistinkirin bikeve dewrê.
Karayilan li ser wê tabûrê ev agehdarî dan, Tabûra Nemiran şanên nivistî ne, hêzên fedayî ne ku timî di dewrê de ne. Mirov dikarin ji wan re bêjin “fedayiyên fedayiyan”. Armanca wê tabûrê “Hemû lîder û siyasetmedarên tevlî biryara êrîşa li dijî Rêber Apo bûne, tine bike û ji holê rake” ye. Eger 4 fedayî bi hev re êrîşî lîderekî li meydanê daxive yan jî di konvoyê de ye bikin, gelo ma nikarin bigihin encamê?
Mûrad Karayilan diyar kir ku, ew axaftinên wî ne gef in, belkî rastî ne û ew naxwazin rewş bigihe vê astê.