Serokomar Iraqê yasaya Heşda Şeibî pesend kir

Nivîsgeha Serokomarê Iraqê ragihand, Serokomar Fûad Masûm yasaya Heşda Şeibî îmze kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîsgeha Serokomarê Iraqê ragihand, Serokomar Fûad Masûm yasaya Heşda Şeibî îmze kir.

Piştî ku berî demekê Parlementoya Iraqê projeyasaya Heşda Şeibî bi piraniya dengan û bêyî nerazîbûna Suneyan derbas kir, projeyasa bo pesendkirinê ji Serokomarê Iraqê re hate hildan.

Li gor destûrê Iraqê, her yasayek li Parlementoyê bê pesendkirin, bo Serokomar tê şandin bo pesendkirinê, heger di 15 rojan de ji aliyê Serokatiya Iraqê ve nehat pesendkirin jî, li gor destûr bi pesend tê hejmartin û kar pê tê kirin.

Yasaya Heşda Şeibî di 26 meha borî de li Parlementoya Iraqê hate pesendkirin, li gor wê Heşda Şeibî ya ku ji çend grûpên çekdar pêk tê, ji hêzeke mîlîşyayî wek hêzeke yasayî û ser bi Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê hat qebûlkirin.

 

Fly Erbil Advertisment