TAKê berpirsiyartiya teqîna Qeyseriyê li xwe girt

Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirsiyartiya teqîna Qeyseriyê girt ser xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirsiyartiya teqîna Qeyseriyê girt ser xwe.

TAK ji malpera xwe ya fermî ragihand ku, êrîşa bombeyî ya li Zanîngeha Erciyesê li dijî Leşkerên Tirk ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin û endamekî wan ê bi navê Çekdar Xebat di encama êrîşê de canê xwe ji dest daye.

TAK herwiha di daxuyaniya xwe de gef li Tirkiyê xwar û da zanîn ku dê êrîşên wan berdewam bike.

3 roj berê li bajarê Qeyseriyê nav Zanîngeha  Erciyesê li dijî otobûsa leşkeran êrîşek bombeyî hatibû kirin û di encamê de 14 leşker canê xwe ji dest dabûn û 55 leşker jî birîndar bûbûn.

 

 

Fly Erbil Advertisment