Firokeya Rûsî kete xwarê: 92 kes mirin
Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, tevahiya rêwiyên li ser firokeya Rûsî ya ku ketiye xwarê canê xwe jidest dana.
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, tevahiya rêwiyên li ser firokeya Rûsî ya ku ketiye xwarê canê xwe jidest dana.
Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê ragihand, her 92 siwarên firokeya Rûsî ya ku îro li nêzîkî bajarê Sochî ketibû xwarê canê xwe jidest dane û ti kes rizgar nebûye.
Îro firokeya leşkerî ya Rûsî Tupolev Tu-154 di dema veguhastina tîma mûzîkê ya leşkerî Aleksandrov ji firokxaneya bajarê Sochî ya Rûsî bo Sûriyê, derya Reş kete xawrê, biryar bû di şeva sersalê de ahengek li navenda Himêmîmê ya Laziqiyê lidar xistina.
Li gor Wezareta Bergîriyê 68 mûzîkjen yên Tîma Alksenderov di nav firokeyê de hebûn. Herweha 9 rojnemevanên Rûsî jî û tevhiya wan canê xwe ji dest dan.
.jpg)