Soylu bo PKKê: Bi Tirkiyê re lîstik nabe
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu da xuyakirin, ewê di destpêka meha Adarê de bi PKK'ê bidin fêmkirin ku, bi Tirkiyê re lîstik nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu da xuyakirin, ewê di destpêka meha Adarê de bi PKK'ê bidin fêmkirin ku, bi Tirkiyê re lîstik nabe.
Soylu tevî Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Yaşar Guler û Birêveberê Giştî yê Ewlekariyê Selamî Altinok ji Sêrtê derbasî Bidlîsê bû. Soylu piştî hevdîtina parêzgar û rayedarên dewletê bi nûnerên hin saziyên sivîl re civiya.
Soylu da zanîn, piştî serdana Mêrdîn, Diyarbekir û Sêrtê hatine Bidlîsê û ev bajarên navendên şaristaniyê divê tenê bi rûdanên terorê re neyên rojevê.
Herwiha Soylu da xuyakirin, Tirkiye bi biryar e ku di asta herî jor de hemberî terorê têbikoşe û PKKê jî di destpêka meha Adarê fêm bike ku bi Tirkiye re lîstik nabe.