Li Xarpûtê 8 kes bi tometa PKKê hatin girtin
Li bajarê Xarpûtê ya Bakurê Kurdistanê bi tometa endamtiya PKKê 8 kes hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Xarpûtê ya Bakurê Kurdistanê bi tometa endamtiya PKKê 8 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komarê ya Xarpûtê de, bi hinceta ku li ser tûra civakî dîmenên PKKê belav kirine, beriya 6 rojan operasyon hat darxistin û 12 kes hatin binçavkirin.
12 kesên ku hatibûn binçavkirin îro derketin pêşberî Daweriya Ceza û Hevanînê.
Piştî lêpirsîn û îfadeyan, derbarê 8 kesan de bi tometa alîkariya rêxistina terorê biryara girtinê hat û 4 kes jî bi kontrola dadî serbest hatin berdan.