HSD 2 K.M dûrî bendava Sewra ne

Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li eniya keroşanê bajarokê Cirniyê yê giring ji bin destê çekdarên DAIŞê derxistin, ev yek li gel bidestxistina dehan ji gundên hawêrê, li aliyê Qadiriyê nêzî bendava Sewra dibin da ku karibin xalên DAIŞê armanc bikin.

K24 – Rojavayê Reqayê

Di çarçoveya pêngava Hêrsa Feratê de û di çend rojên dawî de, DAIŞê bi şêweryekî bi hêztir hewl dide ku bi riya otombîlên bombebarkirî pêşketinên HSDê rawestîne. Li gor şervan dibêjin, çekdarên DAIŞê li deverên jêr desthilata xwe belav dikin, dê hatina HSDê gefê li jiyana welatiyan bike.

Pêşbîn e ku qonaxa duyem ji şerê Reqayê di demeke nêzîk de bi dawî bibe, ji ber ku şervanên HSDê li nêzî bendava Sewra kom bûne û li gorî hin fermandarên beşdar, amadekarî hene da ku êrîşa li ser bendavê di zûtirîn dem dest pê bike.