Hevşaredara DBPê Sadiye Surer Baran hat binçavkirin
Hevşaredara Navçeya Pasûr ya Diyarbekirê Sadiye Surer Baran hat binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevşaredara Navçeya Pasûr ya Diyarbekirê Sadiye Surer Baran hat binçavkirin.
Dozgeriya Komarê ya Pasûrê, di çarçoveya lêpirsînek de derbarê Hevşaredara Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sadiye Surer Baran de biryara binçavkirinê dabû.
Hat ragehandin, hêzên cendirmeyên navçeyê ser bi mala Hevşaredara Pasûrê girtin û piştî lêgerînê girtin binçav û di Fermandariya Cendermeyan de lêpirsîna wê berdewam dike.
Heta niha ji 60'ê zêdetir hevşaredarên DBPê hatine girtin û hejmara şaredariyên qeyûm bo hatine erkdarkirin jî gihîştiye 48'an.