Tîma Qamişlo bû Qehremanê Xula Cezîrê
Tîma Qamişlo bû Qehremanê Xula Cezîrê a Rojavayê Kurdistanê piştî li beramberî tîma Asayîşê biser ket, berpirsên Yekîtiya Werzîşê dibêjin ku, piştî serketina vê xulê êdî werzîşa Rojava dê bipêş bikeve.
K24 – Qamişlo

Li herêma Cezîrê a Rojavayê Kurdistanê û di çarçova cama fotbolê a Cezîrê de matça dawiyê di navbera tîma Qamişlo û tîma Asayîşê de birêve çû, tê de tîma Qamişlo bi derbeyên pinaltiyê bi ser ket piştî ku dema lîstikê bi golekî wekhev bidawî bû.
Berpirsên Yekîtiya Werzîşê ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe bi serketina Qehremaniya Cezîrê nişan didin û amaje dikin ku, tevî karînên kêm lê ew geşbîn in ku di rojên bê de werzîşa Rojava dê bipêş bikeve, nemaze ku asta lîstikvanan bipêş dikeve.
Xula fotbolê bi 9 tîman dest pêkir û piştî qonaxa yekem 2 tîm li gorî sîstema xulê di lîstika dawî de ji bo qehremaniya Cezîrê dilîzin, li gorî yekîtiya werzîşê jî di sala bê de dê hewil bidin mercên beşdariyê hasan bikin, da hejmara tîman zêde bibe û asta rikaberiyê jî bilindtir bibe.
Top of Form