Omer: Aldar Xelîl dixwaze ENKS bibe hevparê aloziya TEV-DEMê
Omer diyar kir ku, ji destpêkê ve helwesta ENKSê di vê derbarê de zelal e. ENKSê dixwaze rêjîmeke demokratîk li tevahiya Sûriyê çê bibe û mafê Kurd di çarçoveya federalîzmekê de parastî be û bi razîbûna tevahiya pêkhateyên Sûriyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serkirdê di TEV-DEMê de Aldar Xelîl duh ji K24ê re re ragihand, aliyên siyasî yên ji derveyî sîstema federalîzmê ne, dikarin tevlî federalîzmê bibin û ew ji amade ne diyalogê bi wan re û guhdarî nerîn û helwestên wan bikin.
Li ser vê mijarê Berdevkê Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê Jiyan Omer derbarê daxuyaniyên Serkirdê di TEV-DEMê Aldar Xelîl de ji K24ê re ragihand û got: “Vexwandin ne bî awayî tê kirin. Ragihandina federalîzmê bi vî awayî ne ne rast e û ne li gor yasyekê ye. Federalîzm di çarçoveya welatekî de tê avakirin ku danpêdan bi wê federalîzmê tê kirin.”
Herwiha Omer amaje bi federalîzma Herêma Kurdistanê kir û got, Kurdistana Iraqê karîbû federalîzm rabigihîne, dema ku kete destûra Iraqê de.
Omer got: “Dema Aldar Xelîl federalîzma Rojava û Bakurê Sûriyê radigihîne û piştre navê wê diguhêre û dike Bakurê Sûriyê, li ser çi qanûn û yasayê vî navî diguhêre. Di nêrîna min de wan xwe bi darê zorê xistine nava vî erdî û hatine û bûne giranî li ser sîngê gelê me. Partî û serkirdeyên ENKSê dersînor kirine û rêvebertiya wê herêmê ji ber rêjîma Esed ve dikin.”
Derbarê Helwesta ENKSê li ser federalîzmê de, Omer diyar kir ku, ji destpêkê ve helwesta ENKSê di vê derbarê de zelal e. ENKSê dixwaze rêjîmeke demokratîk li tevahiya Sûriyê çê bibe û mafê Kurd di çarçoveya federalîzmekê de parastî be û bi razîbûna tevahiya pêkhateyên Sûriyê.
Omer amaje bi siyast û kiryarê desthilata li Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Ne demokratiya li Kurdistana Sûriyê tê kirin, ya Ku PYD û TEV-DEM dike, li Korya Bakur jî nebûye.”
Li ser vexwandina Serkirdê di TEV-DEMê de Aldar Xelîl bo rûniştina bi ENKSê re, Omer aşkere kir û got: “Em nema bi wan re rûdinin, ji ber ku nema ew herêm di destê wan de ye. Îro piştî ku Rûsya, Tirkiye û Îranê lihev kirin, rola wan aloz bûye.”
Herwiha Omer mercên rûniştin û rêkeftina bi TEV-DEMê re anî ziman û got: “Dema girtiyên siyasî bên serbest berdan û Pêşmergeyên Rojava derbasî Kurdistana Sûriyê bibin. Herwiha PKKê kadroyên xwe ji Kurdistana Sûriyê vekişandin, piştre em dikarin li ser masa diyalogê bi hev re rûnin.”
Omer diyar kir, TEV-DEM gelekî aloz bûye, loma dixwaze ENKS bibe hevparê wê aloziyê, ENKS jî ne amade ye bibe hevpara wê aloziyê.
Li ser cudakirina YPGê ji agirbesta ku li Sûriyê hatiye ragihand, Omer got: “YPG ji projeya Sûriyê derketiye û bûye desteke di destê PKKê de bo dijminatiya rêjîma Erdogan li Tirkiyê. Agirbest li Enqerê bi serpereştiya Tirkiye, Rûsya û Îranê hatiye ragihandin, Tirkiyê fişar kiriye û naxwaze YPG li ser sînorê wê be.”