Barzanî: Çaverêyî encamên civînên partiyan im

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ku bi boneya sersala nû ya zayînî belav kir û ragihand: “Ez ji niha de çaverêyî encamên rûniştina partiyan im û hêvîdar im bigihine çareseriyeke guncaw, ji ber ku nabe ev rewş bi vî awayî bimîne. Navçe li pêş guhartinên berdewam e û gelê Kurdistanê niha ji hem dem zêdetir daxwaza yekrêziya me dike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ku bi boneya sersala nû ya zayînî belav kir û ragihand: “Ez ji niha de çaverêyî encamên rûniştina partiyan im û hêvîdar im bigihine çareseriyeke guncaw, ji ber ku nabe ev rewş bi vî awayî bimîne. Navçe li pêş guhartinên berdewam e û gelê Kurdistanê niha ji hem dem zêdetir daxwaza yekrêziya me dike.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din ya peyama xwe di dibêje: “Dilniya me ev rewşa nexwastî derbas bibe û pêşerojeke gelek geş çaverêyî dike.”

Derbarê sala 2016an de, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand “Ji Kurdistanê re saleke pir destkeftên siyasî bû û bi dehan kesayetî û şandên pilebilind yên dewletan serdana Kurdistanê kirin û rêz û pêzanînên xwe bo azayetiya Pêşmerge û nirzên bilind yên gelê me nîşan dan.”

Derbarê sala nû de jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nivîsiye: “Hêvîdar im sala 2017an pirsgirêk û krêz bidawî bibin, aştî û aramî bi ser navçê de bê û dawî li hizra şer ya terror, tundûtûjiyê û înkarê bibe û bi bextewerî û sûde bo hemû mirovahiyê bê.”

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê jî wiha ye:

Hevniştimaniyên delal

Bi helkefta sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li gelê Kurdistan û hemû cîhanê dikim. Hêvdarim sala 2017 bibê sala nemana şer û teror û pêkhatina aştî û xweşguzeraniyê li Kurdistan û hemû cîheke cîhanê.

Sala 2016 bi sedema rewşa xerap ya aborî li encama berdewambûna birîna budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikumeta Iraqê û daketina nirxê neft û xerciyên şerê berengarbûna terorê û mîhvandariya sedan hezar koçber û penaber, bargiraniyekî pêkanî ku bûye sedema dijwariya debara gelê me, lê belê we hevniştimaniyên Kurdistanê, xweragiriyekî kêmwêne pîşan da û bûne pişt û pena ji bo Pêşmergeyên qehreman heta mezintirîn destana têkşikandina terorîstan tomar bikin. Li vir da bi pêwîstî dizanim spasiyên bê payan li gelê Kurdistanê bikim ji bo xweragirî û helwesta berpirsaneya wan. Kurdistan xwedî gelekî bihêz û zîndiye û dikarê bi baştirîn awayî sûd ji samanên xwe werbigrê. Ji bo wê yekê piştrastim ev rewşa nexwestiya niha jî derbas dike û paşarojeke gelek geş çaverêya wê dike.

Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bo parastina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên neteweyî û oliyên xwe ve qurbanî û xwîneke zêde bexşî û bi navê parastina bihayên mirovayetiyê û jiyana medenî li cîhanê da li beramber mezintirîn gefa serdem da cangoriyeke kêmwêne nîşanda û niha xweşbextane dikarîn bibêjîn nêzîkî tevahiya axa Kurdistanê hatiye azad kirin. Sala 2016 ji bilî li destana têkşikandina Da'îş û azadkirina axa pîroza Kurdistanê, li rûyê dîplomasî û geşbûna navê Kurdistanê li navendên navdewletî da, salekî pir destkeftê siyasî bû, ji bo Kurdistanê û bi dehan kesayetî û şandên bilindê dewletan serdana Kurdistanê kirin û rêz û pêzanînên xwe ji bo azayetiya Pêşmerge û bihayên bilindên gelê me pîşan dan.

Xuşk û birayên xweşdivî

Bi navê çareserkirina wan giriftên li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê da hatine pêş, roja 20.11.2016 li peyamek da ji bo raya giştî, min helwesta xwe ragihand û min daxwaz ji partiyan kir ku bikevin nava guftûgoyan û bigihin rêkkeftinê. Piştî wê peyamê çend hevdîtinek li navbera partiyan birêve çûye, ez niha li benda encama hevdîtina partiya me û hêvîdarim bigihin çareseriyeke guncaw, ji ber ku êdî nabê ev rewş bi vî awayî bimîne. Navçe li guhertinên berdewam daye û gelê Kurdistanê niha ji hemû demeke zêdetir daxwaza yekrêziyê li me dike. Ji bo rewşa navxweyî jî li ser me hemûyan pêwîste, hewla başkirina jiyana xelkê Kurdistanê bidîn û sûd ji derfetên niha werbigrîn.

Li vir da bi pêwîstî dizanim serê rêzê li ber bîranîn û ruhê pakê şehîdên Pêşmerge biçemînim û xweragiriya birîndaran bilind dinirxînim û hêviya başbûnê ji bo wan dixwazim.

Spasî gelê Kurdistanê dikim ku li vê şera dijwar da piştevanê hêzê Pêşmerge bûn û her wiha bi pêwîst jî dizanim spasî welatên dost û hevpeyman bikim ku li şerê dijî terorîstan da palpiştê Pêşmerge bûn.

Hêvîdarim sala 2017 kêşe û qeyran bi dawî bên û aştî û aramî xwe li ser navçeya me da bikêşê û dawî bi hizra şerxwaziya teror û tundrewî û înkarê bê û şadî û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê pêkbê.


Mesûd Barzanî
31.12.2016

 

Fly Erbil Advertisment