Li Stenbolê 10 rêveberên HDPê hatin girtin
Li Stenbolê 10 rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Stenbolê 10 rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin girtin.
Li Stenbolê 10 rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nava wan de her du hevserokên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî hene piştî 25 rojan binçavkirin duh sewqî dadgehê kirin.
Dadgehê bi tometa ku endamên rêkxistineke terorist in, biryara girtinê ji bo wan derxist.
Duh jî li bajarê Bursa yê Tirkiyê hevserokên navçeya Yenîşehîr û Yildirim yên HDPê jî di nav de 4 rêveberên HDPê hatin girtin.