Nivîskarê 53 pirtûkan, koça dawî kir
Şeva borî Prof û Dr. Mesûd Hacî Mistefa Ketanî ku xwediyê 53 pirtûkên dîrokî, wêjeyî û zanistê sirûştî bû, li bajarê Dihokê koça xwe ya dawî kir.
K24 – Dihok
Şeva borî Prof û Dr. Mesûd Hacî Mistefa Kitanî ku xwediyê 53 pirtûkên dîrokî, wêjeyî û zanistê sirûştî bû, li bajarê Dihokê koça xwe ya dawî kir.
Dr. Mesûd Hacî Mistefa Kitanî li bajarên Amêdiyê, Dihok û Bexdayê xwendibû, di sala 1974 li Vienna paytexta Nemsayê bawernameya Diktora bidest xist û piştre li zanîngeha Mûsilê dest bi kar kir û di sala 1982an de jî bû Professor.