Hevşaredarê DBP yê Bêgira Wanê hat binçavkirin

Hevşaredarê Partiya Herêmên Demokrat (DBP) yê navçeya Bêgir ya Wanê hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarê Partiya Herêmên Demokrat (DBP) yê navçeya Bêgir ya Wanê hat binçavkirin.

Îro polîsan avêtin ser şaredariya DBPê ya navçeya Bêgira Wanê. Di serdegirtinê de hevşaredarê Bêgirê Mehmet Elî Tunç ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Girtina Tunc bi dirûşmeyan ji aliyê endam û xebatkarên şaredariyê ve hat şermezar kirin.