Li Diyarbekirê Teqîn: 3 polîs hatin kuştin
Teqînek li nêzîkî zanîngeha Dîceleyê ya Diyarbekirê rû da, di encamê de 3 polîs hatin kuştin û 3 polîsên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan
Teqînek li nêzîkî zanîngeha Dîceleyê ya Diyarbekirê rû da, di encamê de 3 polîs hatin kuştin û 3 polîsên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê ragihand, ku teqîn di nava zanîngeha Dîcleyê de çê bûye, dema wesaiteke zirxî ya polîsan derbas dibe, bombeyeke destî hate teqandin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, di encama teqînê de 3 polîsan canê xwe ji dest daye û 3 polîsên din jî birîndar bûne.
Piştî teqînê, hejmarek ambulans li gel tîmên hawarhatinê ber bi cihê bûyerê ve çûn.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê jî li cihê teqînê amade bûne û rêkarên ewlekariyê tundtir kirine.