PAK'ê di salvegera Komara Mehabadê de bangewaziya yekîtiyê kir
Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê,li rêveberiya bajêr bi beşdarbûna rêveber û endamên partiyê,li ser Komara Mahabadê û pêvajoya serxwebûna Kurdistanê konferansek lidarxist.
K24 – Diyarbekir
Partiya Azadiya Kurdistanê PAK'ê,li rêveberiya bajêr bi beşdarbûna rêveber û endamên partiyê,li ser Komara Mahabadê û pêvajoya serxwebûna Kurdistanê konferansek lidarxist.
Serokê Giştî yê PAK'ê Mustefa Ozçelîk, di gotara xwe de ragihand kupiştî şerê cîhanê yê yekemîn, bi piştgiriya Rûsyayê Kurdan fersendek bi dest xist û Komara Kurdistanê di sala 1946'an de îlan kiribû lê belê piştî ku Emerîka, Brîtanya û Rûsyayê li hev kir,miletê Kurd tenê hat hiştin û piştî 11 mehan, Komara Kurdistanê hat hilweşandin.
Ozçelîk got: "Neviyên Pêşewa Qazî Mihemed, îro careke din di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Heger em bixwazin wê rola Pêşewa bilîzin û ew alaya ku wî hildabû îro dîsa li Rojhilat hildin, divê yekgirtineke xurt were avakirin. Ev yekgirtina neteweyî ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê, divê bi piştgiriya dîplomasiyeke navnetewî baş were meşandin."
Di konferansê de Ozçelîk ragihand kudi vê serdemê de nexşeya Rojhilata Navîn tê guherandin û divê hemû partiyên siyasî yên Başûr berjewendiyên hizbî û şexsî bidin aliyekê û piştgiriya meşa serxwebûna Kurdistanê û Serok Barzanî bikin. Ozçelîk bang li rêveberî û fraksiyonên Rojavayê Kurdistanê jî kir ku li gorî rêkeftina Duhokê tevbigerin.Mustefa Ozçelîk, ji bo piştgiriya Kurdistanê û parastina destkeftiyên Kurdan daxwaza piştgiriyê ji Serokê nû yê Emerîkayê Danold Trump û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî kir.
Ozçelîk wiha axivî: "Êdî ev neheqiya ku ji Skasy-Pîcot, Lozan û bi vir ve li Miletê Kurd hatiye kirin, divê ji holê rabe. Hawara miletê me bibihîzin. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî mafê Miletê Kurd heye ku rêya azadiya xwe veke û statuyekê bi dest bixe.”
Komara Mehabadê ya Kurdistanê, di 22'yê Berfanbara 1946'an de bi piştgiriya Yekîtiya Soviyetan hatibû damezirandin. Piştî nakokî û vekişîna Yekîtiya Soviyetan ku di 9'ê Gulana 1946'an xwe ji axa Iraqê vekişandin, di 17'ê Berfanbara 1946'an de Artêşa Îranê Mahabad dagir kir û dawî li Komara Mahabadê ya Kurdistanê anî. 3 meh piştî hilweşîna Komara Mahabadê, di 31'ê Adara 1947'an de Serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Pêşewa Qazî Mihemed, li Qada Çarçirayê hat darvekirin.