HSD nêzîkî bendava Sewrayê bûye

Qonaxa duyem ji pêngava Hêrsa Feratê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi kontrolkirina gundê Siwêdiya Biçûk û Siwêdiya Mezin û gihîştina derdora Bendava Sewre re ber bi dawiyê ve diçe.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Qonaxa duyem ji pêngava Hêrsa Feratê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi kontrolkirina gundê Siwêdiya Biçûk û Siwêdiya Mezin û gihîştina derdora Bendava Sewre re ber bi dawiyê ve diçe.

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina bakurê Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. Roja 10 Berçileya 2016an jî qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê dest pê kir. 

HSD berî çend rojan di konferanseke rojnamegerî li rojavayê Reqayê ragihandibû, ku wan di qonaxa duyem ya operasyona Reqayê de karîn rûbera 2 hezar û 480 k.m çargoşe rizgar kir, ku me tê de 196 gund û bi dehan zevî û girên stratîjîk û keleha Ceberê ya dîrokî kontrol kirin.”