Hevşaredarên Qilebanê hatin binçavkirin

Hevşaredarên Qilebanê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Zeynep Uren û Yunus Urek hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarên Qilebanê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Zeynep Uren û Yunus Urek hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de Hevşaredarên Qilebanê yên DBPê Zeynep Uren û Yunus Urek îro danê sibê hatin binçavkirin.  Hevşaredarên Qilebanê li Rêvebergeha Ewlekariyê tên lêpirsînkirin. Derbarê bûyerê de Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aycan Îrmez binçavkirina şaredaran  piştrast kir û got li Avahiya Şaredariyê lêgerîna polîsan nîne.

3 roj berê Wezareta Navxwe dest danîbû ser şaredariyên DBPyê yên wekî Pasur û Bazîdê.

 

 

Fly Erbil Advertisment