Taybetmendiya zingilê kenîsê ji Xiristiyaniyan re

Zingilê kenîseyê, yek ji girinrtirên sembolên miletên Xiristiyaniyan e, dema ku zingil lêdikeve, tê wateya ku boneyek li kenîseyê heye, limêj yan şînî yan jî kêfxweşî ye, her boneyek awazeke wê ya taybet heye, oldarên Xiristiyaniyan dibêjin ku, zingil tê mîna girêdanekê bi xwedayê mezin re û lêketina zingil wek banga xwedê ji milet re ye, da ku serdana kenîsê bikin.

K24 – Qamişlo  

Bi lêketina zingil re, Xiristiyanî berê xwe didin kenîsê û dest bi limêjê xwe dikin, piştre lave û hêviyên xwe jî dibêjin. Li gorî ku limêjker diyar dikin, ku xwedayê mezin hêviyên wan bicî tîne, mîna belavkirina aştiyê û rawestandina şer li tevahiya cîhanê.

Di dema desthilata Rûmaniyan de mafê gelê Xiristiyanî hatibû binpêkirin û avakirina kenîseyan ji wan qedexe bû û limêjên xwe bi awayekî veşartî dikirin, lê piştî sedsala çaremîn, yekemîn kenîse li Frensayê hat avakirin û zigil lê hat danîn.

Fly Erbil Advertisment