Li Qilabanê kampaniyek bo xwedîderketina li ajalên kolanan

Li Qilabana ser bi Şirnexê ve hewaya sar bandoreke neyînî li ser gelek ajalên ku li kolanan dijîn dike, bi taybetî jî li ser pisîk û kûçikan. Ajalên ku li kolanan dijîn hem ji ber hewaya sar û hem jî ji ber wesayitên ku li wan dixin her tim bi telefbûnê re rû bi rû ne.

 

K24 – Şirnex

Li Qilabana ser bi Şirnexê ve hewaya sar bandoreke neyînî li ser gelek ajalên ku li kolanan dijîn dike, bi taybetî jî li ser pisîk û kûçikan. Ajalên ku li kolanan dijîn hem ji ber hewaya sar û hem jî ji ber wesayitên ku li wan dixin her tim bi telefbûnê re rû bi rû ne.

Li Qilabanê ajalperweran ji bo çareserkirina vê kêşeya ajalan ji Wezerata Çandinî û Ajaldariya bajêr daxwaza alîkariyê kirin. Li ser vê daxwazê Mudirê Çandinî û Ajaldariyê Murat Înan li ser tora civakî kampanyayek da destpêkirin. Piştî vê kampanyayê jî di serî de ji ajalperwerên ku li Enqera, Stenbol, Eskîşehîr û gelek bajêrên  din ên Tirkiyê dijîn piştevanî hate kirin. Digel ên li Tirkiyê, ajalperwerên ku li dewletên wek Elmanya û Hollandayê dijîn jî piştgiriyeke xurt dan vê kampanyayê.

Birêvebirê Çandinî û Ajaldariyê yê Qilabanê Murat Înan li ser vê mijarê ji K24ê re axivî û got:"Em dixwazin ji bo wan heywanên me yên ku berdoş, ji ber serma û qezayan dimirin hêwîrgehekê çêkin. Edî em nahêlin ku ji sermayê bimirin. Nezîkî 300 - 400 heywanên me hene li Qilabanê. Em ê van hemûyan bibin cihekî av û xwarina wan deynin cem wan û bi destê miletê me ji ajalperwerên me û înşallah dewlet jî alîkariyê bidê me û em ê wan heywanan bin dest bikin."

Bi saya kampanyaya ku hate destpêkirin bi qasî 15 hezar lîreyê Tirkiyê ji bo wan ajalên li kolanan dijîn xurek, qefes û betanî hatin komkirin. Wekî din dikandarên Qilabanê jî bi 30 qolî şîr piştgirî dane kampanyayê. Bi piştgiriya Qeymeqamiya Navçeyê jî 20 koxik û 20 avdankên ajalan hatin çêkirin.

Ajalperwer Abdulcebar Turkan jî dibêje: "Ew heywanên ku mane ji derve edî ji sermayê namirin, dewlet li wan xwedî derketiye û li derveyî bajêr ji wan re cihek, hêwîrgehek çêkiriye. Edî heywan li wan deveran namînin bêxwedî û ji ber sermayê namirin."

Herwiha hê jî çêkirna wê hêwirgeha ku ji aliyê Mudiriyeta Çandinî û Ajaldariyê ve berdewam dike bi dawî nebûye. Heta ew hêwirgeh xilas bibe ajal wê ji aliyê ajalperweran ve bi xurekên ku ji aliyê mudiriyetê ve hatine dabîn kirin bên xwedîkirin.

 

Fly Erbil Advertisment