Parlementara Amerîkî: Divê Amerîka ji penaberan re vekirî be
Omar got: Ev biryar, ji bo ewlehiya Amerîkayê çare nîn e. Divê Amerîka deriyê xwe ji penaberan re veke. Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku çawa hat ser kar, di rojeva cîhanê de cîh girt û bi taybetî jî biryara wî ya dawî ku têketina hemwelatiyên Misilman ên 7 welatan qedexe dike tê nîqaşkirin.
K24 – Stenbol
Dengvedana biryara Serokê Amerikayê Donald Trump ya li ser qedexeya vîze ya bo 7 welatên Misilman berdewam e. Îlhan Omar ku wek kesek sergirtî yekem car bûye endama Parlamentoya Nûneran a Amerîkayê, derbarê biryarê de ji K24re axivî. Omar got: Ev biryar, ji bo ewlehiya Amerîkayê çare nîn e. Divê Amerîka deriyê xwe ji penaberan re veke.
Serokê Amerîkayê Donald Trumpê ku çawa hat ser kar, di rojeva cîhanê de cîh girt û bi taybetî jî biryara wî ya dawî ku têketina hemwelatiyên Misilman ên 7 welatan qedexe dike tê nîqaşkirin.
Îlhan Omar ku bi eslê xwe xelkê Somaliyê ye wek kesek sergirtî yekem endama Parlamentoya Nûneran a Amerîkayê ye. Omar ji bo konferansa li ser mafên mirovan û penaberan hat Stenbolê û der barê biryara Trum de ji K24re axivî û got: “Bi rastî zehmet e ku mirov tam têbigehije ka serokê nû Trump dê çi bike. Qedexeya vîzeyê ya li ser dewletên Misilman biryareke gelekî şaş e. Ez jî ji yek ji wan dewletên ku hatiye qedexekirin hatime.”
Omar diyar kir Amerîka welatê penaberan e, ew jî dema zarok bû ligel malbata xwe koçî Amerîkayê kirine û got: “Amerîka bi dilgermiyeke mezin pêşwazî li min û malbata min kiribû. Herwiha Amerîka welatê penaber û koçberan e û ji bo ez Amerîkayê temsîl bikim derfet da min.
Omar ragihand, ku qedexeya vîzeyê ya li ser welatên misilman ne bi dilê wê ye û ev biryar ji bo ewlekariya Amerîkayê çare nîn e. Herwiha Omer got: “Ev qedexe hevsengiya cîhanê têk dibe. Ji ber vê qedexeyê ewlehiya Emerîkayê dikeve metirsiyê. Herwiha ji ber vê qedexeyê baweriya şirîkên me jî bi me namîne. Ji bo Emerîka bibe welateke aram ev biryareke xerabe. Ji ber vê biryarê gelek mirov ditirsin û xwe di metirsiyê de hest dikin. Heger ev gav ji ber ewlehiya neteweyî hatibe avêtin ev yek gelekî şaş e.
Herî dawî Omar dest nîşan kir divê hemû cîhan bo penaberan deriyê welatê xwe veke û alîkariya penaberan bike.