Behadîn: Her 5 partî ji ber vê rewşê ve berpirsyar in

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê derbarê rêkeftina aliyên siyasî bo çareserkirina pirsgirêkên naxweyî de radigihîne, axaftinên li ser guhartina serokatiya parlementoyê vekirî ye. Ew pirsgirêkên ku niha li Kurdistanê hene, her pênc aliyên siyasî yên di hikûmetê de ne, di ber de berpirsyar in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de û bi boneya salvegera damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Emîndarê Giştî yê wê partiyê Selahedîn Behadîn ji K24ê re ragihand, hêvî dikin ku roleke Yekgirtû ya zêdetir di meydana siyasî û proseya aştîkirinê de li Herêma Kurdistanê hebe.

Behadîn got jî: “Em ligel nêzîkbûna PDK û YNKê ne, lê ew li ser aştîbûna giştî bibandor nabe. Bi hêvî ne ku rêkeftina dualî bibe bingeha rêkeftineke pênçalî.”

Derbarê projeya aktîvkirin û guhartina serokatiya parlementoyê de, Behadîn got: “Ew tiştê ku heye, heta niha hîn proje ye, nêrîn û axaftin li ser tên kirin.”

Herwiha got: “Pêwîst e guftûgo di navbera her pênc aliyên di hikûmetê de ne berdewam be, bo gihêştina bi çareyeke guncaw. Di guftûgoyan de her aliyek xwe dûr bixe û danûstandinê neke pirsgirêka wan bixwe ye.”

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn ragihand jî, ew rewşa ku niha heye, her pênc partî di ber de berpirsyar in û divê xwe jî çak bikin û divê hikûmet û parlemento bi rêkeftin bê aktîvkirin.  

Fly Erbil Advertisment