Barzanî û Mehsûm tekezî li ser parastina yekrêziya aliyên Kurdî dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova civînekê ligel Serokê Iraqê Fûad Masûm de çend pirsên taybet bi rewşa Herêma Kurdistanê û destpêşxeriya beşek ji Şîeyên Iraqê û hilbijartina dahatû gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova civînekê ligel Serokê Iraqê Fûad Mehsûm de çend pirsên taybet bi rewşa Herêma Kurdistanê û destpêşxeriya beşek ji Şîeyên Iraqê û hilbijartina dahatû gotûbêj kirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Serok Komarê Iraqê Dr. Fuad Mehsûm û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî amade bû, serdana şanda bilind a Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê ya bi Serokayetiya Emar Hekîm ya Herêma Kurdistanê nirxandin. Her wiha behsa wan girift û kêşeyan kirin ku li proseya siyasiya Iraqê da hebûna xwe heye.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê hevkêşeyên siyasiyên Iraq û navçeyê û li ber çav girtina gef û derfetên rola aliyên Kurdistaniyan li Iraqê û proseya siyasiya wê û her wiha babeta yasaya hilbijartinan de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Di dawiya daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat, Proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û pêwîstî mîsogerkirina yekrêziya aliyên Kurdistaniyan mijareke dinê vê civînê bû.

 

 

Fly Erbil Advertisment