Di xwepêşanda Bexdayê de tundûtûjî derket
li Bexdayê xwepêşandanek bo guhartina komisyona Bilind ya Hilbijartinan birêve diçe, piştî xwepêşander gihêştin Navçeya Kesk, tundûtûjî derket.
K24 – Navenda Nûçeyan
li Bexdayê xwepêşandanek bo guhartina komisyona Bilind ya Hilbijartinan birêve diçe, piştî xwepêşander gihêştin Navçeya Kesk, tundûtûjî derket.
Li ser daxwaza Tevgera Sedir li Bexdayê xwepêşandanek bo guhartina komisyona Bilind ya Hilbijartinan birêve diçe, ku li gore w dibînin ku Komisyona Bilind ya Hilbijartinan li ser bingeha partîtî hatiye avakirin û bi wê awayî jî kar dike.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, li ser daxwaza Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, hejmareke mezin ji xelkê ji Bexda û parêzgehên din yên Iraqê hatin Bexdayê û tevlî xwepêşandanê bûn.
Muqteda Sedir di daxuyaniyekê de “Glupa Kesk” da alîgirên xwe o biçine “Navçeya Kesk”, piştî xwepêşander gihêştin wê navçeyê tundûtûjî derket.
Alîgirên Muqteda Sedir di meha Nîsana 2016an de jî xwepêşandaneke wiha birêve biribûn û çûn Navçeya Kesk û avahiya parlementoyê jî dagîr kiribûn, lê piştre jê vekişiya bûn.