Asayişa Hewlêrê grûpeke DAIŞê desteser dike
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê grûpeke ji 5 kesan ku ser bi DAIŞê ye desteser kir û li gor zanyariyan, ew kes bi niyaz bûn xwe bigihînin nava çekdarên DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê grûpeke ji 5 kesan ku ser bi DAIŞê ye desteser kir û li gor zanyariyan, ew kes bi niyaz bûn xwe bigihînin nava çekdarên DAIŞê.
Asayişa Hewlêrê ligel belavkirina nav û wêneyên wan 5 kesan, ragihand jî “Piştî çavdêrîkirin û lêkolînên bi hûrî me karî wan 5 kesan desteser bikin, ku bi niyaz bûn biçine Hiwêce û pêwendiyê bi çekdarên DAIŞê re bikin.”
Asayişa Hewlêrê navê wan 5 kesan belav kir:
- Terorist: Hawar Yûsif Ebdilkerîm.
- Terorist: Hilmet Omer Osman Ehmed.
- Terorist: Hanî Îbrahîm Reşîd Ferec.
- Terorist: Ferheng Ebas Ebdilrehman Reşîd.
- Terorist: Ebdulah Baqî Ebdulah Reşîd.
Herwiha Asayişa Hewlêrê aşkere kir jî, ku di demeke nêzîk de deqê danpêdana desteserkiriyan di riya Rlveberiya Asayişa Hewlêrê belav dikin û didin medyayê.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)