Barzanî îro gelek hevdîtinên siyasî dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova beşdarêkirina di Konferansa Asayişa Cîhanê, îro li bajarê Munchena Almanyayê hejmarek hevdîtin û civîn ligel berpirsên welatên cîhanê encam dide.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçova beşdarêkirina di Konferansa Asayişa Cîhanê, îro li bajarê Munchena Almanyayê hejmarek hevdîtin û civîn ligel berpirsên welatên cîhanê encam dide.
Li gor zanyariyê K24ê, di bernameya civînên îro yên Serok Barzanî de, ligel her yek Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, Serkreterê Giştî yê NY Antonio Gutters, Wezîrê Derve yê Îtalyayê Paolo Gentiloni û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dicive.
Mike Pence yekem car wek Cîgirê Serokê Amerîka ligel Serokê Herêma Kurdistanê dicive, her çend e ku berê di navbera herdu aliyan de hevdîtin û civîn hebûne û ew berpirsê pilebilind yê Amerîka yek ji wan kesên bi bandor e di rêveberiya nû ya Amerîka de, ku şarezayê pirsê Kurd e û helwestên wî derbarê Kurd de baş û erênî ne.

Serkreterê Giştî yê NY Antonio Gutters, ew jî yekem car e wek Serkreterê Giştî yê NY ligel Serok Barzanî dicive, her çend e berê wî serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serok Barzanî civiyabû û ji nêzîk ve agahdarî pirsa Kurd e û di bersiva nameya pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê jî nameyek ji Barzanî şand û tê de amaje bi azayetî û qurbanîdana Pêşmerge û gelê Kurd kir û xwast ku ligel Serok Barzanî kar bike û bi hev re li dijî terorê û dabînkirina aramî û ewlehiya cîhanê xebatê bike.
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Paolo Gentiloni ku welatê wî di şerê DAIŞê de hevkariya hêza Pêşmerge dike, çend car e helwesta wî welatî di çarçova civînên navdewletî de piştevaniya xwe bo gelê Kurd û hevkariya Pêşmerge û koçberan de dupat kiriye û serdana Herêma Kurdistanê jî kiriye.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo cara duyem di çarçova Konferansa Munchenê de ligel Serok Barzanî dicive, hevdîtina vê care jî ji ya sala borî cuda ye, ji ber ku di 17 Cotmeha 2016an ve bi hev re operasyoneke leşkerî ya mezin li Mûsilê dikin, ji encamên wê karkirina bi hev re jî, piraniya xaka Kurdistanê û rojhilatê Mûsilê hatine rizgarkirin.
Ev hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê duh dest pê kiribû û ligel hejmareke din ji berpirsên welatên cîhanê guftûgo kiribû, di çarçova konferansekê de ku armanca wê ya sereke peydakirina aramî û asayişa baş bo cîhan û Kurd e jî.