Operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê dest pê kir

Di roja yekem ya operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê de, hêzên Polîsa Federal gundên Kafûr, Cemase û El-Becûrî û rêbenda El-Eqereb li ser riya Mûsil – Bexdayê li başûrê rojavayê Mûsilê kontrol dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di roja yekem ya operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê de, hêzên Polîsa Federal gundên Kafûr, Cemase û El-Becûrî û rêbenda El-Eqereb li ser riya Mûsil – Bexdayê li başûrê rojavayê Mûsilê kontrol dikin.

Şaneya Ragihandê ya Fermandariya Operasyona Mûsilê bi ragihandina kontrolkirina wan gundan, amaje bi ziyanên canî yên çekdarên DAIŞê di şerê li başûrê rojavayê Mûsilê kir, bêyî ku hejmara kuştiyan aşkere bike.

Her îro, di roja yekem ya operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê de, Fermandarê Operasyona Mûsilê Ferîq Rukin Reşîd Yarela ragihand, Polîsa Federal gundê Ezbe li riya Mûsil û Bexda, gundê El-Lezqe li ser riya Hemam Elîl – Mûsil kontrol kir û dest danî ser wîstegeha kehrebê.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro 19 Sibata 2017an destpêkirina qonaxeke din ya operasyona Mûsilê bo kontrolkirina rojavayê Mûsilê ragihand.

Rojavayê Mûsilê ji 35 taxan pêk tê, ku ji sedî 40 ji tevahiya Mûsilê ye û tê pêşbînîkirin 650 hezar kes di wê beşê de di bin destê DAIŞê de dimîne. Heryek ji artêşa Iraqê, Polîsa Federal û Heşda Şeibî beşdarî operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê dibin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17 Cotmeha 2016an de bi beşdariya hêzên Iraqî û Kurd dest pê kir, piştî ku beşeke mezin ji navçeyên derdora Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatin rizgarkirin û piştî 3 mehan ji operasyonê Dijetrora Iraqê kontrolkirina rojhilatê Mûsilê ragihand.   

 

 

Fly Erbil Advertisment