“Mesûd Barzanî.. Pêşmergeyek di pêgeha Serokê Herêm de”
“Mesûd Barzanî.. Pêşmergeyek di pêgeha Serokê Herêm de” navnîşana pirtûkeke ji şeş bergan e, gotar û hevpeyvînên Serokê Herêma Kurdistanê mesûd Barzanî di navbera salên 2005 – 2014an de li xwe girtiye.

K24 – Navenda Nûçeyan
“Mesûd Barzanî.. Pêşmergeyek di pêgeha Serokê Herêm de” navnîşana pirtûkeke ji şeş bergan e, gotar û hevpeyvînên Serokê Herêma Kurdistanê mesûd Barzanî di navbera salên 2005 – 2014an de li xwe girtiye.
Pirtûkê tevahiya gortar û hevpeyvînên Barzarî di navbera salên 2005 – 2014an de li xwe girtiye û ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê wek beşek ji arşîva Serokatiya Herêmê çap kiriye.
Di vê pirtûkê de, hevpeyvînên Barzanî ligel medyayên Kurdî, navçê û cîhanê û herwiha daxuyanî û gotarên wî di korbend û civînên cuda yên li ser asta navxweyîya Kurdistanê, Iraq û cîhanê belav kiriye.
Barzanî di sala 2005an wek Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin, di wê demê de li ser astê navxweyîya herêmê hevdem bû ligel rêkxistina navmala Kurdî û yekgirtina dam û dezgehên Hikûmeta Kurdistanê. Li ser astê Iraqê jî hevdem bû ligel dubare avakirina bingeha Iraqa nû û nivîsîna destûr û çespandina mafên gelê Kurd yên rewa di destûr de û beşdarîkirina li navenda biryardanê li Iraqê.
Di pirtûkê de, kar û çalakiyên Serokê Herêma Kurdistanê derbarê babetên cuda yên navxweyî, Iraq û cîhanê tên belavkirin, ku nêrînên Barzanî bo çawaniya danûstandina ligel pirsên cuda yên siyasî, dîplomasî, civakî, aborî HWD.. tên nîşandan.
.jpg)
.jpg)