Demîrtaş: Hikûmetê bixwe Tirkiye anî ber derbeyê

Hevserokê HDP'ê yê zîndankirî Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, her çiqas hikûmet ji hewldana derbeya leşkerî gilî û gazindan bike jî, hikûmetê bixwe Tirkiye aniye ber pêvajoya derbeyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDP'ê yê zîndankirî Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, her çiqas hikûmet ji hewldana derbeya leşkerî gilî û gazindan bike jî, hikûmetê bixwe Tirkiye aniye ber pêvajoya derbeyê.

Demîrtaş, ji ber axaftineke civîna çapemenîiyê ya sala 2015'ê bi rêya vîdeokonferansê derket pêşberî dadgeha Diyarbekirê. Parlamenterên HDP Feleknas Uca, Dîlek Ocalan û Mehmûd Togrul jî doz şopandin.

Demîrtaş got, ew wek endamekî Parlamentoyê çawa nikare têkilî karê dozger û dadweran bike, dozger jî nikarin destdirêjiya parlamenterekî bikin, ku ev yek ji cudahiya erkan tê.

Da zanîn, dozger ne bi armanca parastina hiqûqê, bi helwesta parastina desthilatiyê tev digerin.

Hevserokê HDP'ê diyar kir, fermandarên Artêşê yên ku li Cizîr û Sûrê komkujî kirine, niha ji ber beşdarîkirina di derbeyê de tên darizandin û got, wî di wan deman de hikûmet derbarê xeletiyan de agahdar kiriye.

 

Fly Erbil Advertisment