Aliyev jina xwe kire cîgira xwe ya yekem
Serokomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev jina xwe Mehriban Aliyeva, wekî cîgira xwe ya yekem bi erkdar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev jina xwe Mehriban Aliyeva, wekî cîgira xwe ya yekem bi erkdar kir.
Li gor ragihandina ji ofîsa Serokomariya Azerbaycanê, ku, Ilham Aliyev bi mafên ku ji Destûrê wergirtiiye, jina xwe Mehriban wekî cîgira xwe ya yekem destnîşan kir.
Di 26ê meha Îlon a 2016an de, piştî referendûmeke guhertina Destûrî, maf bi Serokomar hatibû dan, ku cîgirên xwe, ew bi xwe destnîşan bike.