Şaredarê Agirî Sirrî Sakik ji erkê xwe hat dûrxistin

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, Hevşaredarê bajarê Agirî Sirrî Sakik ji kar dûr xist. Sedema jikardûrxistinê jî nehat diyarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, Hevşaredarê bajarê Agirî Sirrî Sakik ji kar dûr xist. Sedema jikardûrxistinê jî nehat diyarkirin.

Piştî biryarê polîsan avahiyê dorpêç kirin û dan xuyakirin, Parêzgar Mûsa Îşin wek qeyûm hatiye erkdarkirin.

Sakik, di serdana Serokê Herêma Kurdistanê de, tevî Ehmed Turk bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kiribû.