Li Sîwerekê 22 bi tuhmeta PKKê hatin binçavkirin

Li navçeya Sîwerekê ya Bakurê Kurdistanê 22 kes bi hinceta bangeşeya PKKê kirine, hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Sîwerekê ya Bakurê Kurdistanê 22 kes bi hinceta bangeşeya PKKê kirine, hatin binçavkirin.

Îro polîsên bajarê Rihayê yên dijî terorê li navçeya Sîwerekê bi armanca girtina 26 kesan operasyonek berfireh pêk anîn û bi ser malan de girtin.

Di encamê de 22 kes bi tohmeta beşdarê çalakiyên neyasayî bûne û bi riya medyaya civakî bangeşeya PKKê kirine, hatin binçavkirin.

Ji bo girtina 4 kesên dî operasyon berdewam dike.