Operasyona li Licê, bi 10 hezar leşker berdewam e
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu, tevî Fermandarê Giştî yê Cendermeyan û Birêveberê Ewlekariya Giştî, li navçeya Licê ya Diyrabekirê çavdêriya operasyonê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu, tevî Fermandarê Giştî yê Cendermeyan û Birêveberê Ewlekariya Giştî, li navçeya Licê ya Diyrabekirê çavdêriya operasyonê kirin.
Beriya 5 rojan li 18 gundên bakurê Licê qedexeya derketina derve hat ragehandin û piştre bi beşdariya 10 hezar leşkeran operasyon hatibû destpêkirin ku wek mezintirîn operasyonê salên dawî tê binavkirin.
Di operasyonê de şer û pevçûn rû didin. Hatibû ragehandin heta niha 7 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.
Duh jî leşkerekî Artêşa Tirk di operasyonê de canê xwe ji dest da û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê jî tevî Selamî Altinok Birêveberê Giştî yê Ewlekarî û Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Yaşar Guler serdana Licê kirin û ji navenda operasyonê agahî girtin.