Amerîka sîstemeke topxaneyan li Sûriyê belav dike

Ji bo piştgiriya li operasyona kontrolkirina Reqayê û şerê DAIŞê, Hêza Deryayî ya Amerîka sîstemeke ji topxaneyan li Sûriyê belav dike .

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo piştgiriya li operasyona kontrolkirina Reqayê û şerê DAIŞê, Hêza Deryayî ya Amerîka sîstemeke ji topxaneyan li Sûriyê belav dike .

Rojnameya “Washington Post” li ser zarê berpirsekî Amerîkî belav kiriye, Amerîka bo piştgiriya li şerê dijî DAIŞê li bajarê Reqayê bike, leşkerên ji Firqeya 11emîn ya Hêza Deryayî, sîstema topxaneyan ya Howitzer 155 mm li nêzîkî Sûriyê cibicî kirine.

Belavkirina vê sîstemê li nêzîkî Sûriyê, wek gaveke girîng ji hêzên Amerîkî yên Sûriyê re tê hejmartin.

Nêzîkî 500 leşkerên Amerîkî yên ji hêzên taybet li Rojavayê Kurdistanê ne û piştgîriyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo operasyona Reqayê.

Berî niha jî Pentagonê ragehandibû, wan hin hêzên xwe xwe li derdora Minbicê bicih kirine, bo rêgirtin li ber encamdana şer di navbera çekdarên Mertala Ferêt û HSDê.

Serokerkanên hersê welatan Tirkiye, Amerîka û Rûsyayê li Antalyaya Tirkiyê civiyabûn û pirsa hevrêziya kar li Sûriyê gotûbêj kiribûn.

Berpirsekî pilebilind yê Tirkiyê jî ragihand, Amerîka biryar daye, ku ligel YPGê bajarê Reqayê kontrol bike û hewlên Tirkiyê jî di vê derbarê de bê ancam mane.

 

Fly Erbil Advertisment