Heyder Şeşo: Hêza Êzdîxan bi ser Wezareta Pêşmerge dikeve û biryarê ji Serokê Herêmê werdigire
Fermandarê Hêza Parastina Êzdîxan Heyder Şeşo ragihand, niha ew mijûlî wê yekê ne, ku hêzên xwe bixine ser bi Wezareta Pêşmerge û niha jî riyên yasayî cibicî dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Hêza Parastina Êzdîxan Heyder Şeşo ragihand, niha ew mijûlî wê yekê ne, ku hêzên xwe bixine ser bi Wezareta Pêşmerge û niha jî riyên yasayî cibicî dikin.
Fermandarê Hêza Parastina Êzdîxan Heyder Şeşo ji K24ê re bi hûrî derbarê wê hêzê de behs kir û ragihand, ew hêza ku ew bixwe fermandariya wê dike, ser bi Wezareta Pêşmerge dikeve û fermanê jî ji wê wezaretê û ji Serokê Herêma Kurdistanê werdigire.
Heyder Şeşo derbarê şerê di navbera hêza Pêşmerge û PKKê li Xanesorê de ragihand, ji ber wê şerê, nêzîkî 300 malên niştecihên Xanesorê koçber bûn û heta niha bi temamî ew hemû venegeryane. Şeşo dawaz kir jî, pêwîst e bi berpirsayetî danûstandinê bikin.
Derbarê azadkirina Xanesorê de, ku PKKê ragihandibû, şervanên wan ew komelgeh ji DAIŞê rizgar kiribûn, Şeşo got, Xanesor bi bê şer hate azadkirin û çekdarên DAIŞê bê berxwedan jê derketin û vekişiyan.
Li ser hejmara wê hêzê, Fermandarê Hêza Parastina Êzdîxanê Heyder Şeşo aşkere kir, ligel Wezareta Pêşmerge li ser damezrandina yek hezar û 800 şervan rêkeftine, lê niha bo pêkanîna lîwayekî ji hezar kesî dikin û di pêşerojê de jî dest bi tomarkirina çakdaran bo wê hêzê dikin.
Şeşo derbarê karê siyasî û partîtî de Şeşo da zanîn ku ew di nava rêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de ye, lê aşkere kir û got: “Piştî 3 Tebaxa 2014an ve, min ti karek di nava wê partiyê de nekiriye.”
Heyder Şeşo ragihand jî, partiyeke nû ya Êzidî damezrandiye, bi navê “Partiya Êzidî ya Demokratîk” herwiha ragihand jî, ew partî wek hemû partiyên Kurdistan û Iraqê, daxwaza mafên xwe yên siyasî û xelkê xwe dike.