Bo barîna Baranê, li Qamişlo zêwek hat lidarxistin

Li taxa Cirnikê ya ku dikeve bakur û rojhilatê bajarê Qamişlo, xelkên taxê zêwek li dar xistin. Li gorî hin kesên temen mezin ev çalakî yek ji dab û nerîtên Kurdan e û di salên kêmbûna baranê de, li piraniya gundên deverê zêw têne li darxistin.

 

K24 – Qamişlo

Li taxa Cirnikê ya ku dikeve bakur û rojhilatê bajarê Qamişlo, xelkên taxê zêwek li dar xistin. Li gorî hin kesên temen mezin ev çalakî yek ji dab û nerîtên Kurdan e û di salên kêmbûna baranê de, li piraniya gundên deverê zêw têne li darxistin.

Welatiyê bi navê Ehmed derbarê vê çalakiyê de ji K24ê re got: “Li gorî dab û nerîtên me Kurda sala ku baran kêm be, xelk derdikevin çolan û li gundan zêwan li dardixin û dest bi nimêj û duayan dikin û hewara xwe dighînin xwedan bi hêviya ku baranê bibarîne.”

Amadekariyên zêwê berî rojekê têne kirin. Kesekî navdar di taxê de mal bi mal digere û ji kebaniyên malan re dibêje ku sibe zêw heye, daku her malek li gorî karînên xwe cûreyekî xwarinê amade bike.

Li meydaneke vala yan jî li ser goristana wê deverê hemû cûreyên xwarinan têne danîn û zarok û kesên beşdar xwarinê dixwin û daxwaza baranê ji xwedan dikin.

Dayika Welîd jî dibêje: “Îsal baran kêm e û em li taxê geriyan da ku her malek xwarinekê amade bike û me li vê meydanê danîn û zarokan xwarin û em bi hêvî ne ku xwedan me bibexşîne û baranekê bibarîne.” 

Di dîroka Kurdan ya kevnar de hatiye gotin ku di salên nebarîna baranê de, xelkên gundan li talanê hev dixistin wek birina pez û dewarê gundiyan.

Sebaretî vexwendina zarokan bi taybetî ji bo zêwê, welatiyekî taxê dibêje ku, zarok bê guneh in û hêvî heye ku xwedanê mezin duayê wan qebûl bike û baranê bibarîne.