Li Liceyê lêpirsîna 4 hezar û 561 kesan hat kirin
Operasyonên li 18 gundên Liceyê yên li hember endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dewam dikin. Li gorî daxuyaniya ku ji Parêzgeriya Diyarbekirê hatiye belavkirin; ji 5’ê Adarê heta niha, leşkerekî Tirk û 19 endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane; 10 kes hatine girtin û îfadeya 4 hezar û 561 kesan hatiye girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê, operasyon û qedexeyên li ser 18 gundên navçeya Liceyê dewam dikin. Di operasyona ku ji 7 hezaran zêdetir hêzên ewlehiyê tevlî bûne de, li herêmên qedexekirî lêpirsîna 4 hezar û 561 kesan hatiye kirin, ji bo 641 kesan lêpirsîn tê kirin û ji bo 335 maşînan jî kirariyên fermî hatine kirin.
Operasyona ku li navçeya Liceyê dewam dike; di 5’ê Adara 2017’an de dest pê kiribû û dê heta bangewaziyeke duyemîn dewam bike.