Soylu: 11 hezar operasyon li dijî PKKê hatine kirin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, di 6 mehan de 11 hezar û 738 operasyon li dijî PKKê hatin kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, di 6 mehan de 11 hezar û 738 operasyon li dijî PKKê hatin kirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu j medyaya Tirkiyê re ragihand, di 6 mehên dawîn de pêşî li ber 153 bûyerên giring hatin girtin, 4 kesên ku bombe li ser wan û 21 gumanbarên ku amadehiya çalakiyê dikirin, hatin girtin, 22 wesayitên bombebarkirî hatin bidestxistin.
Soylu ragihand, di 6 mehan de 11 hezar û 738 operasyon li dijî PKKê hatin kirin di encamê de 800 senger û baregehên PKKê hatine têkbirin.
Soylu da zanîn, operasyonên li Liceya Diyarbekirê, Omeryana Mêrdînê û herêma Amanosan li dijî PKKê birêve diçin, berdewam dikin.