24 sal di ser şewata zîndana Hesekê re derbas dibin

24 sal di ser şewata zindana Hesekê de ku zêdeyî 60 kesî jiyana xwe ji dest dan derbas dibe. Apê Emîn welatiyekê ji bajarê Amûdê ye ku ji şewata sînemeya Amûdê di zaroktiya xwe de rizgarbû û di xortaniya xwe de jî ji şewata zindana Hesekê rizgar bû, çêroka xwe ji K24ê re dibêje.

K24 – Heseke  

Di 24 mîn salvegera şewata zindana Hesekê de ku di 24 meha Avdara sala 1993ê de rûda, apê Emîn yek ji wan kesên ku ji ber helwestên wî yên siyasî di zindanê de bû, lê rêvebiriya zindanê ew tevlî kesên tawanbarên din kiribûn.

Li gorî apê Emîn dibêje ku, her hingarek ango li gorî 50 kesî bû, lê rêveberiya zindanê bêtir ji 150 kesî di heman hingarê de kom kiribûn û ji ber wê serdemê jî hijmara qurbaniyan gelek bûn.

Piştî rojekê ji şewatê, xelkên bajarê Amûdê ligel tevgera siyasî ya Kurdî derketin xwepêşandanekê û pêşwaziya cenazeyê du kesên Kurd ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn û rêjîma Sûriyê bi şewata zindanê tawanbarkirin.

Piştî 24 salan ji bûyera şewata zindana Hesekê, ta niha rastiya şewatê nehatiye diyar kirin. Hin kesên ku ji agir rizgarbûn dibêjin ku sedema sereke nermatî û alîkariya polîsan bi wan kesên gunehker û sûcder re bû ku hiştin agir vêxin.

Ji aliyê xwe ve, tevgera siyasî ya Kurdî tekez dike ku rêjîma Sûriyê tawanbar e û dixwest tevlîheviyekê di navbera Kurdan û pêkhateyên deverê de çê bike.