Li Rojava, derçûyên zanîngehê bêkar in
Li Rojavayê Kurdistanê hejmarek mezin ji ciwanên ku ji zanîngehan derçûne bê kar mane, herwiha hejmarek din jî ji wan xwendekaran karên dûrî xwendina xwe dikin.
K24 – Qamişlo
Li Rojavayê Kurdistanê hejmarek mezin ji ciwanên ku ji zanîngehan derçûne bê kar mane, herwiha hejmarek din jî ji wan xwendekaran karên dûrî xwendina xwe dikin.
Ji ber tinebûna derfetên kar û aloziya mûçeyan, bi sedan ciwanên Kurd yên derçûyê zanîngehan karên dûrî xwendina xwe dikin.
Dijwar yek ji van ciwanan e, derçûyê kolêja zimanê Frensî ji zanîngeha Şamê ye, ji bilî ku bûye mamostê zimanê Kurdî, piştî nîvro di vê komgehê de li ser belavkirina keresteyan û karkeran radiweste, û dibêje ku kêmbûna mûçeyan wî neçar dike karekî din bike.
Dilşad jî piştî li zanîngeha Şamê diplomatîk di zanista komelnasiyê de temam kiriye, li bajarê Qamişlo navendeke Enternêtê birêve dibe, û dide zanîn ku diyardeya tunebûna Kar ji mêj ve li Sûriyê heye, lê di salên Kirîza Sûriyê de derfetên kar kêmtir dibin loma ew karên cûrbecûr dikin.
Bi sedan mîna Dijwar û Dilşad li Rojavayê Kurdistanê hene, ku ne li dezgehên hikûmeta Sûriyê û ne jî di yê rêveberiya xweser de cî negirtine, çi ji ber tunebûna derfetên kar, yan ji ber kêmbûna mûçeyan be û dema ev yek bûye sedema koçberiya sedên ciwanan, lê hene jî ku karên din ji xwe re bidest dixin da jiyana xwe li bajarên xwe berdewam bikin.