Li Tetwanê 12 PKKiyan canê xwe ji dest dan
Li bajarê Bilîsê navçeya Tetwanê 12 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Bilîsê navçeya Tetwanê 12 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.
Qeymeqamiya Tetwanê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku, li gundewarên Tetwanê li dijî endamên PKKê operasyonên berfireh tên bi rê ve birin.
Li gor daxuyaniya Qeymeqamiya Tetwanê, di çarçoveya operasyonan de 12 endamên PKKê canê xwe ji dest dane û yek jî bi saxî hatiye girtin.
Qeymeqamiya Tetwanê 2 roj berê li 7 gundan qedexeya derketina derva ragihandibû.