Çekdarên PKKê tunelan dikolin

Li kêlek riya sereke ya qezaya Amêdiyê û bajarokê Dêrelûkê, çendîn tunel hatine kolandin û xelkê navçê jî gûman dikin, ew tunel ji aliyê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatibin kolandin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li kêlek riya sereke ya qezaya Amêdiyê û bajarokê Dêrelûkê, çendîn tunel hatine kolandin û xelkê navçê jî gûman dikin, ew tunel ji aliyê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatibin kolandin.

Peyamnêrê K24ê li wê navçeyê ragihand, li kêlek riya sereke ya qezaya Amêdiyê û bajarokê Dêrelûkê ku herdu parêzgehan Hewlêr û Dihokê bi hev ve girêdide, çendîn tunel hatine kolandin û gûmana sereke ya xelkê wan navçeyan hene ku ew tunel ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibin kolandin.

Peyamnêrê K24ê got jî, Berpirsê Çapemeniya HPGê Bextiyar Dogan di bersivekê de gotiye, ew jî lêkolînê li ser kolandina wan tunelan dikin û red kir ku çekdarên wan ew kar kiribin.

Peyamnêrê K24ê amaje bi wê yekê jî kir, hebûna van tunelan xelkê navçê ducarî nîgeran kiriye û dezgehên ewlehiyê yên navçê jî lêkolînan dikin.  

 

Fly Erbil Advertisment