Tîmên pispor derbasî bendava Ferêt bûn
Hêzên HSD karîne nîvî bendava Ferêt têxin jêr kontrola xwe. Lê ji ber metirsiya lêdanên firokeyan û topan, şer û pevçûn niha hatine rawestandin. Li aliyê din DAIŞê ve hin bi hin êrîş dike.
K24 – Bendava Ferêt
Hêzên HSD karîne nîvî bendava Ferêt têxin jêr kontrola xwe. Lê ji ber metirsiya lêdanên firokeyan û topan, şer û pevçûn niha hatine rawestandin. Li aliyê din DAIŞê ve hin bi hin êrîş dike.
HSD operasyona bendavê ji aliyê xwe ve rawestand û rê da pisporên teknîkî yên ku di demên borî de ji deshilatdariya DAIŞê reviyane, derbasî nava bendavê û pirsgirêkên heyî çareser bikin, da ku ziyanên ku tên pêşbînîkirin kêm bikin.
Ji aliyê xwe ve karmendên bendava Ferêt tekez dikin ku, metirsî li ser bendavê tune ye, ne ji bilindbûna rêjeya avê û ne jî ji rûxandina wê bendavê.
Bendava Ferêt mezintrîn bendav li Sûriyê ye, 15 miliyon metro sêgoşe ava li pişt xwe digire, berî 2 rojan rêbeberiya bendavê bangewazî kir ku şer û pevçûn li ser bendavê raswete ji ber metirsî heye ku ziyan bigihe laşê bendavê.