Barzanî: Herêma Kurdistanê nikare beranberî pêşeroja Mûsilê temaşevan be
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di çarçova hevdîtinekê ligel serokê encûmen, cîgir û nûnerên pêkhateyên olî û netewî yên Parêzgeha Neynewayê de ragihand “Herêma Kurdistanê nikare beranberî pêşeroja, temaşevan be.”

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di çarçova hevdîtinekê ligel serokê encûmen, cîgir û nûnerên pêkhateyên olî û netewî yên Parêzgeha Neynewayê de ragihand “Herêma Kurdistanê nikare beranberî pêşeroja, temaşevan be.” Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, Encûmena Parêzgeha Neynewayê nûnerê rewa yê xelkê Neynewayê ye. Ew jî tekez kir ku, ew agahdarê azar û keda xelkê Neynewayê ye û alîkariya koçberan jî bi erkekî mirovî û niştimanî binav kir. Barzanî diyar kir, civaka navdewletî û Bexda derbarê pirsa koçberan de xemsar bûn. Herwiha behsa sedemên derketina pirsgirêk û DAIŞê li wê parêzgehê kir û behsa ziyanên mirovî û madî û wan gefan kir, ku ji encama êrîşa DAIŞê ve rûbirûyî Herêma Kurdistanê bûne, ku pêwîst e di pêşeroja pêkhateyan, parêzgeha Neynewayê û ewlehiya herêmê de dilniya bin û baştir e rê neye dayîn ku careke din ew karesat dubare bibin.
Di wê hevdîtinê de, parêzgar û serokê encûmen û cîgir û nûnerên pêkhateyên olî û netewî yên parêzgeha Neynewayê pêzanîna xwe bi qurbanîdana Pêşmerge di şerê li dijî teroristên DAIŞê û azadkirina nevçeyan nîşan dan û spasiya erk û keda Serokê Herêma Kurdistanê kirin, ku serkirdayetiya şerê li dijî DAIŞê kir.
Herwiha pesna rola Serok Barzanî kirin bo cibicîkirina mafên pêkhateyan û parastina wan. Herwiha spasiya hikûmet, xelkê Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî kirin, ku bi hawara sedan hezar koçberên Mûsilê hatin. Amaje bi wê yekê jî kirin, ku aramî û ewlehiya Neynewa û Herêma Kurdistanê bandora wê li ser hev hene û ji ber wê divê pêwendî û hevahengî di navbera wan de berdewam bin.
.jpg)
Beşdarên civînê daxwaz ji Serok Barzanê kirin, ku piştevaniya wî bo parêzgeha Neynewayê berdewam be. Herwiha amaje kirin, ku di encama şer de ziyan gihêştiye jêrxaneya Mûsilê û giliya wan li Bexdayê heye, ku di alîkarîkirina xelk û rêveberiya Mûsilê de xemsar bûne.
Di dirêjahiya civînê de, nûnerê pêkhateyên Xirîstiyanî, Êzidî, Tirkmen, Şebek û Erebên parêzgeha Neynewa têbînî û pêşniyarên xwe derbarê rewşa Neynewayê de nîşan dan.
Di hemberê de Serokê Herêma Kurdisatanê Mesûd Barzanî da zanîn ku, bayixa wî ya taybet bi qonaxa piştî DAIŞê heye û bo rêgirtin li kûrbûna pirsgirêkan, pêwîst e xelkê xwecihî yê wê parêzgehê xwe bixwe birêve bibin. Tekezî jî li siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê kir, ku li dijî her kesî û aliyekî ye ku bi bê cudahiya netewî û taifî hevkariya DAIŞê kiribe û çavê xwe ji tawanên wan nagire. Di heman demê de jî piştevaniyê xelkê sivîl û wan kesan e, ku pêwendiya wan bi DAIŞê re nebûne.