Piştî du zanîngehan di çayxaneyeke biçûk de kar dike
Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, gelek ciwan bi armanc û hêviyan dest bi zanîngehê dikin. Lê bi piranî ev armanc û hêvî di dawiya zanîngehê de pêk nayên. Firat Guzel her çiqas heta niha du zanîngeh xilas kiribe jî ji ber peydanebûna kar, çayê difiroşe.
K24 – Diyarbekir
Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, gelek ciwan bi armanc û hêviyan dest bi zanîngehê dikin. Lê bi piranî ev armanc û hêvî di dawiya zanîngehê de pêk nayên. Firat Guzel her çiqas heta niha du zanîngeh xilas kiribe jî ji ber peydanebûna kar, çayê difiroşe.
Jiyan car caran li gorî dilê mirovan nameşe. Firat Guzel bi xeyal û armancên dewlemend amadekariya zanîngehê kiriye û beşa Endazyariya Kanzayê bi dest xistiye. Her çiqas derfetên wî yên aboriyê kêm bin jî wî karibûye ku beşa Endazyariya Kanzayê xilas bike. Lê ev yek têr nake ku Firat bibe xwediyê karê xwe û endezyariyê bike. Firat ji Elezîzê ye û Elezîz jî ji aliyê kanzayê ve bajarekî dewlemend e. Ji ber vê yekê jî tunebûna kar Firat bêhtir xemgîn dike.
Endezyarê Bê kar Firat Guzel ji K24ê re wiha axivî: “Bajarê me ji aliyê kanzayê ve gelek dewlemend e. Kanzaya ku li vê derê derdikeve, rasterast ji bo fabrîqeyên rojavayê Tirkiyeyê tên şandin. Ev yek dibe sedem ku em bê kar bimînin. Karsazên me jî razemeniyên xwe bi piranî li rojavayê Tirkiyeyê dikin, her wiha di karê dewletê de jî stendina endezyarên kanzayê gelek kêm e.”
Firat niha ji bo ku debara xwe bike, di çayxaneyeke biçûk de çayê difiroşe. Her çiqas dahata vê çayxaneya biçûk têr neke ku Firat debara xwe bike jî Firat amaje dike ji bo ew bê kar nemîne, çi kar hebe ew ê bike.
Firat Guzel dibêje: “Ez li vê derê bi nano ziko dixebitim. Dahata min tenê têr dike ku ez birçî nemînim. Min zanîngeha duyem jî xwend. Min di beşa dahatê de xwend. Lê di vê beşê de jî kar tuneye. Ez nizanim çi bikim. Bi rastî min digot qey dema ez zanîngehê bixwînim, dê hemû pirsgirêkên min çareser bibin. Lê niha ez dibînim qet ne wiha ye.”
Firat niha di çayxaneya xwe ya biçûk de li benda wê rojê ye ku ew bikare karê xwe yê rastî yê endezyariyê bike. Ji bo vê yekê jî ew li benda razemeniyên Karsazên Elezîzî û rayedarên dewletê ye.