Îrfan Ebdilezîz: Nabe ji ber rawestandina parlementoyê referandûm bipaş bikeve.
Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina derbarê pirsa referandûmê ligel Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li Silêmaniyê civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda hevbeş a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina derbarê pirsa referandûmê ligel Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li Silêmaniyê civiya.
Piştî civînê, Rêberê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz û endamê Polîtbîroya PDKê Roj Nûrî Şawês konferanseke rojnamevanî lidar xistin.
Roj Nûrî Şawês di konferasa rojnamevanî de ragihand, referandûm ne tenê pêwendiya wê bi partiyan heye, nabe pirsgirêkên din bibin asteng li pêş encamdana referandûmê.
Herwiha got jî, civînê wan ligel hemû aliyan erênî bûn.
Ji aliyê xwe ve Rêberê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz encamda referandûmê bi girîng zanî û got. “Nabe rawestandina parlementoyê referandûm bipaş bixe û dibe çekekî bihêz bo dîplomasiyê be.”
Şanda hevbeş a PDK û YNKê ji Roj Nûrî Şawês, Hişyar Zêbarî, Mela Bextiyar û Hakim Qadir Hemecan pêk hatibû.
Şanda hevbeş a PDK û YNKê berê li Hewlêr serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiribû. Herwiha şandeke Herêma Kurdistanê jî serdana Bexdayê dike û pirsa referandûm û Kerkûkê bi berpirsên Bexdayê re guftûgo dike.