Tirkiye bo Amerîka: Ji her cure piştevaniyê re amade ne

Piştî ku Amerîkayê bi moşekan li Sûriyê xist, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi rêya telefonê bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Mîke Pence re axivî. Yildirim diyar kir ku di warê Sûriyê de amade ne ku her cure piştevaniyê bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Amerîkayê bi mûşekan li Sûriyê xist, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi rêya telefonê bi Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence re axivî. Yildirim diyar kir ku di mijara Sûriyê de amade ne, her cure piştevaniyê bidin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi Cîgirê Serokê Amerîka Mîke Pînce re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de Yildirim diyar kir ku bersiva Amerîkayê ya li dijî Sûriye ya ku li Îdlibê bi êrîşa çekên kîmyewî sucê mirovahiyê kiriye, ji wîcdanê mirovahiyê û hestên raya giştî ya cîhanê re bûye wek tercûmanekî.

Yildirim di pêwendiyê de ji Amerîkayê xwestiye ku bêhtir giraniya xwe bide ser meseleya Sûriyê û ew jî made ne ku her cure piştevaniyê bidinê.

Di pêwendiyê de mijara egera ko çekê nû jî hatiye rojevê û Yildirim ji Pence daxwaz kiriye ku Amerîka zêdetir li ser ve bijarka damezrandina herêma aram ya li Sûriyê rawestin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mîke Pence jî di hevdîtinê de spasiya xwe li Tirkiyê kir ji bo piştevaniyê û diyar kir ku, ew giringiyê didin diyalog û hevkariya digel Tirkiyê û di demên pêş de jî hêvî dikin ku di azmûnên Sûriyê de vê hevkariyê bibînin. Pînce diyar kir ew ê qeyrana mirovî ya li Sûriyê jî li ber çav bigirin.

 

Fly Erbil Advertisment