Li Stenbolê 11emîn olîmpiyata Robotê

11emîn olîmpiyata Robotê ya Zanîngeha Teknîk a Stenbolê li kampûsa zankoyê dest pê kir. Ji bajarên cuda yên Tirkiyê gelek xwendekar bi berhemên ku bi destê xwe çêkiribûn beşdarî olîmpiyatê bûn.

 

K24 – Stenbol

11emîn olîmpiyata Robotê ya Zanîngeha Teknîk a Stenbolê li kampûsa zankoyê dest pê kir. Ji bajarên cuda yên Tirkiyê gelek xwendekar bi berhemên ku bi destê xwe çêkiribûn beşdarî olîmpiyatê bûn.

Endazyar Alaattîn Kalebaş li ser vê robota xwe ji K24ê re wiha axivî: “Navê Robotê me Nao ye. Robotê me di lêkolînên jîr ên sûnî de tê bikaranîn. Li ser wî mîkrofon, kamera û hoparlor hene. Bi xwe dikare rûnê û dikare rabe ser piya. Bi vê robotê perwerdehiya bi 28 zimanên cuda jî tê dayîn. Zarokên ku ji mejiyê xwe jî nexweş in, ji bo pêşketina wan ev robot tê bikaranîn. Bihaya robotê jî 8 hezar û 100 Euro ye.

Di vê pêşbaziyê de jî xwendekar bi wesayîtên xwe yên biçûk ketin pêşbaziyê û hewl dan ku bêyî binpêkirina rêzikan bibin yekemîn.

Hemû berhemên teknolojîk bi taybetmendiyên xwe yên ecêb bala merivan dikêşîne.

Xwendekar Eyup Can jî got: “Ev robota ku hûn dibînin li gor temaya pêşbaziya îsal hatiye amadekirin. Şambirêlên li erdê kom dikin, piştre mekanîzmayeke weke pîrevonok heye weke 3 ling ji hev veqetiyane û ev mekanîzma van şambirêlên li erdê yek û yek berhev dike.”

Di olîmpiyatê de zanyarên biçûk jî hebûn. Zarokên xîretkêş bi vê berhema xwe bal kişandina ser qezayên kana madenê ku dibe sedema mirina mirovan.

Xwendekara zarok a bi navê Fulya Erten jî li ser robota xwe got: “Xalê hevalê min di bûyera kana li Somayê de canê xwe ji dest dabû. Piştî vê bûyerê me jî sîstemeke wiha ava kir da ku rê li ber qezayan bigire. Armanca me ew e ku ev proje zêdetir belav bibe da ku karker canê xwe biparêzin.”

Xwendekarekî din jî dibêje: “Weke hûn jî dizanin 2 sal berê li Somaya Tirkiyê bi sedam mirov di qezaya kanê de mirin. Dema hezaz çêbû bi vê berhema me ku hûn bidin.”

şixulandin, li navenda lêkolînê dê xwe bigihînê cihê hezazê û kesên li cihê qezayê bi vê cîhazê dê ligel tîma alîkariyê wê bikeve nav têkiliyê.

 

Bêguman pêşbaziyên wiha ku li ser robotan tên çêkirin El Cezerî yê Kurd ku di dîrokê de yekem robotê çêkiriye, tîne bîra merivan. Di ser koça wî re 800 sal derbas bûye lê şopgerên wî xebata wî berdewam dikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment