Colemêrg li Enqerê di pêşangehekê de hate nasandin
Li peytexta Tirkiyê Enqerê ji aliyê Komaleya Saziya Hunera Wêneyan ve li ser Colemêrga Kurdistanê pêşangeheke bi navê ‘Dema tû jê hez bikî her cih bedew e – Colemêrg’ hate lidarxistin. Di çalakiyê de bajar bi gelek wêneyên cihêreng hate nasandin.
K24 – Enqere
Li peytexta Tirkiyê Enqerê ji aliyê Komaleya Saziya Hunera Wêneyan ve li ser Colemêrga Kurdistanê pêşangeheke bi navê ‘Dema tû jê hez bikî her cih bedew e – Colemêrg’ hate lidarxistin. Di çalakiyê de bajar bi gelek wêneyên cihêreng hate nasandin.
Bajarê Colemêrga Kurdistanê bi gelek taybetmendiyên xwe yên xwezayî li Tirkiyê û Kurdistanê bi nav û deng e. Bajar xwediyê dîrokeke gelek kevn e û bermahiyên ji şaristaniyên wekî Hûrî û Urartûyan hene û ew keleporên kurdewar di nava civakê de hîna jî tên hewandin. Colemêrg li paytexta Tirkiyê Enqerê di pêşangeha bi navê ‘‘Dema tû jê hez bikî her cih bedew e – Colemêrg’’ de bi wêneyan û sînevîzyonê hate pêşandan. Pêşangeh ji aliyê Abdullah Kirimê ku nêzikî 4 salan li Colemêrgê jiyaye ve hate sazkirin. Abdullah Kirim amaje pê dike ku bajar zêdetirîn bi pevçûnan û qaçaxiyê tê zanîn û wî jî bi awayekî dildarî hemû aliyên xweşik ên deverê bi wêneyan ji hev cihê raber kiriye ku aliyê din yê bajêr jî karibe bide nîşan.
Hunermend Abdullah kirim li ser vê pêşangehê wiha ji K24ê re axivî: “Min Li Colemêrgê di saziyeke dewletê de kar kir. Bajar ji aliyê civakê ve bi awayekî neyînî tê naskirin, lê taybetmendiya xwezahiya Colemêrgê, çanda wê û mirovên wê têra xwe bedew û dilgerm in. Ji ber kes bi hêsanî nikare biçe bajêr bibîne, min berê xwe dayê û ji bo berbiçavtirkirina taybetmendiya Colemêrgê wêneyên wê kişandin û di vê pêşangehê de raber kirin da ku ez karibim hindekî be jî wan nêrînên nebaş ên darbarê bajêr de bigûherînim.”
Pêşangeh li Komaleya Saziya Hunera Wêneyan çû serî û hunermend Abdullah Kirim hestên xwe yên derbarê Colemêrgê de pêşkêşêşî beşdarvanan kir. Piştî axaftinê ew wêneyên li ser her qada jiyanê ku hatibûn kişandin bi rêya sînevîzyonê hatin rabekirin. Herwiha di çalakiyê de hin Colemêrgî jî hebûn û kêfxweşiyên xwe yên derbarê pêşangehê de der birin.
Welatî Zekî Noyan jî got: “Vî ciwamêrî dilê di xwe de gelek hez ji Colemêrgê kiriye û li wan deran hemû rex geriya ye. Çûye çiya, çûye gundan, zozanan û li çolan gelek wêneyên baş dirist kiriye, yanî li Colemêrgê çi hebe vî kesî tu kêmasî nehîştiye û hemû aniyeli nava Enqerê û em li ser navê Colemêrgê gelek spasiyên xwe dikin ji bo vî hunermendî.”
Di koleksiyona Abdullah Kirim de nêzîkî 30 hezar wêneyên Colergê hene û ew dixwaze van hemûyan raxe li ber çavan. Ev pêşangeh cara duyem e ku li Enqerê pêk tê û herwiha beriya niha li bajarên wek; Uşak, Îzmîr û Stenbolê jî ev çalaki çûye serî.